Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Systema berevaniya esmanî ya Ukraynê 55 dironên rêjîma Îranê xistine xwarê

11:20 - 23 Adar 2024

Li êrîşa berfireh a esmaniya Rûsiyê bo ser Ukraynê, zêdetir ji 88 mûşek û 63 dironên cura “Şahid” ên rêjîma Îranê bo ser navendên wîze yên Ukraynê hatine avêtin ku Ukraynê 55 dironên rêjîma Îranê teqandine.

Ukraynê ragihand ku Rûsiyê li roja Înê 3ê Xakelêweyê de li êrîşeke berfireh de jêrxanên wizeya Ukraynê ku bendava “Dêniyêpir” yek ji wan e, li başûrê bajarê “Zaprojiya”yê, kiriye armanc ku 5 kuştî li pey xwe aniye û bûye sedeam qutbûna berqa 7 deveran û Ukraynê kariye 38 mûşek û 55 dironên cura “Şahid” ên rêjîma Îranê li esman de biteqîne.

Li vê derheqê de “Reuters”ê ragihandiye ku bi berçavgirtina rêjeya bikarhatina mûşek û dironan ji aliyê Rûsiyê, ew yeka tê selimandin ku Rûsiye bi awayekî berfireh mûşekên ballistîkî û dironên rêjîma Îranê bi kar tîne.