Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema baykota bihêz û kesadiya ser sindûqan, rûçkê rastîne gelek kirêgirtiyan aşkera bû

18:02 - 2 Adar 2024

Zêdebarî hemî pîlan û nexşên qirêje rêjîmê û kirêgirtiyên wê bi armanca rakêşana xelkê bo ser sindûqeên dengdanê, xelkê welatparêz û azadîxwaze Kurdistanê amade nebûn ku beşdar bin, di demên dawiyê ye hilbijartinê de, caş û qirêjxwer û kirêgirtiyan perda ser çavê xwe dirandin û xwe aşkera kirin ku heya çiqasekê xulamokê rêjîmê û li dijî gel û dengê baykotê ne.

Rêjîmê û xulamokên xwe li bajarê urmiyê de bi pîlangêrî û çêkirina rewşekî êhsasî û rikeberî di navbera 2 netewên bira yên Kurd û Azerî de, cehd kirin ku belkî hindî zêdetir xelkê bikêşne ser sindûqan, Berbijêrên herduk aliyên kurd û Azerî jî ev yêka bi qazancê xwe zanîn û bi agehdarî û îzna rêjîmê kevtne bizivandina hesta netewî û heta qasekê çone pêş û rêjîmê destê wan wekirî hêla ku marşa sirûda Ey Reqîb û sirûdên şivan perwer û behsên netewî dikirin.

Dema ku rêjîm li vê pîlana xwe de sernekevt, heya nîve şevê dema hilbijartinê dirêj kir, lê dîsan xelkê azadîxwaze Kurd û Azerî gorî dilê rêjîmê û xulamokên wê beşdar nebûn, a hingê bû ku komek qirêj xwer û caş û kirêgirtiyên rêjîmê û dijî gel, perda ser xwe dirandin û demên dawiyê de hatne ser laivên întirnêtê, lahî xekê dikirin ku biçin deng bidin, wan caşên ku heya duhunê xelkê bi çavê çalak mêze dikirin, dest kirne bi tohîn û sivkatî bi xelkê, û digotne xelkê Urmiyê hun bê xîretin û hun Kurd ninin.

Ruyeê rastîne wan caşên kirêgirtî bo hemî xelkê re îsbat bû ku heya çi qasekê xulamê rêjîmê ne û bi dijî xelkê azadîxwaz in.