Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Pîraşarê bi sedema givaşa bajarvanî xwe kuşt

14:34 - 25 Adar 2024

Welatiyekî xelkê gundê “Kewper”ê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî ku kanêksa soldirûna wî ku take derfeta peydakirina pariyeke nanê helal bo malbata wî welatiyî bû û ji aliyê bajarwaniyê ve hate têkdan, dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora “Çawnews”ê roja Şemî 4ê Xakelêweyê, welatiyekî kurd ê bi navê “Bapîr Xalidî” yê temen 38 salî ku karê wî dirûna solan bûye, piştî ku bajarwaniyê kanêksa biçûk a karê wî li şeqameke bajarê Pîranşarê de hilveşandin û dest bi ser de girtin, dawî bi jiyana xwe anî.

“Bapîr Xalidî” jiyana hevpar pêk anîbû û bavê keçekê ye.

Bajarvaniya wî bajarî bi hêceta vê yekê ku ew kanêksa biçûk li ser rêya xelkê ye, ew hilveşandiye.

Soldirûn take dahata wî welatiyî bûye û bi wê kiryara bajarwaniyê, take derfeta peydakirina nanekî helal ji wî kesî hatibû standin.