Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bilindahiyên Serdeştê 2 kolber bi dijwarî birîndar bûn

16:33 - 27 Adar 2024

2 kolber li bilindahiyên “Bilfit”ê de bi sedema teqîna mîn bi dijwarî birîndar bûne ku bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û yek ji wan pêyekî xwe ji dest daye.

Pêka rapora “Kurdpa”yê 2 kolber ên bi navê “Reûf Ehmedî” yê temen 39 salî yê xelkê gundê “Zoran”ê ser bi bajarê “Serdeşt”ê û “Cebar Ehmedzade” yê 28 salî û xelkê gundê “Kune Mişke”yê ser bi bajarê “Serdeşt”ê li bilindahiyên “Bilfit”ê de bi sedema teqîna mîn, bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka rapora Kurdpayê, “Reûf Ehmedî” pêyekî xwe ji dest daye.

Ew 2 kolbere bo çarezseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê “Serdeşt”ê hatine veguhastin.

Sînorên Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tevahî hatine mînrêjkirin û heta binke û paygahên besîc û spaha pasdaran a terorîst de li dema bi cîhiştinê, hejmarek ji mînan bi zanebûn bi cih dihêlin.