Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rîjîma Îranê li kuştina Sara Tebrîzî de rol hebûye

11:27 - 30 Adar 2024

Mirîna cihê şik û gumanê a çalakvana siyasiya Azerî ya rûniştiya bajarê Têhranê ku rojekê piştî gazîkirin bo Îdareya Îtilalatê li mala vê de termê vê hatiye peydakirin, li torên civakî de dengvedaneke berfireh hebûye.

Çalakvana siyasî û girtiya siyasiya berê, “Sara Tebrîzî” rojekê piştî gazîkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Têhranê , termê bêcane vê keça temen 20 salî, li 5ê Xakelêweyê de li mala babê vê de li bajarê Têhranê, hatibû peydakirin û gefxwarinên hêzên rêjîmê li vê keça Azerî, egera vê yekê zêde dike ku li mirina vê keçê de, rêjîma Îranê rol heye.

Mirina cihê şik û guman a “Sara Tebrîzî” dengvedaneke berfireh li torên civakî de hebûye û berteknîşandana hejmareke zêde ji çalakvanên siyasî û medenî li pey xwe aniye û mirina vê keça Tewrêzî, bi kuştina hikûmî binav dikin.

Sara Tebrîzî, li heyva Xezelwera 1402 de 10 rojan li girtîgeha Êvînê de hatibû ragirtin û pêka dawî zanyariyên belavbûyî, hêzên îtilaata rêjîmê gef li vê xwaribûn ku hekî hevkariyê digel rêjîmê neke, dê wêne û datayên li telefona vê de belav bikin.

Rêûresma serxweşiya vê keça Azerî li roja pêncşemî 9ê Xakelêweyê li bajarê Têhranê de bi rê ve çoye.