Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê Fermandeyekî payebilind ê Hizbullahê kuşt

11:49 - 30 Adar 2024

Artêşa Îsraîlê belav kiriye ku fermandeyekî Hizbullahê ku cêgirê yekeya mûşekî ya Hizbullahê bûye li êrîşekê de kuştiye

Artêşa Îsraîl ragihandiye ku roja Înê 10ê Xakelêweyê, Cêgirê Yekeya Mûşekî ya Hizbullahê bi navê “Elî Ebdulhesen Ne`îm” ku li maşînekê de li devera “Bizûriye” bûye, kiriye armanca dironekê û bi maşînê ve teqandiye û herwisa ragihandiye ku ew kese, berpirsê encamdan û dariştina pîlanan ên li dijî xelkê medenî yê Îsraîlê bûye.

Hizbullaha Lubnanê tevî ku ew nûçeye piştrast kiriye lê derheq pile û payeyên wî terorîstê hatî kuştin ti zanyariuyek belav nekiriye.

Çavkaniyeke leşkerî ya Lubnanî jî kuştina berpirsekî payebilind ê Hizbullahê piştrast kiriye.

Herwisa li vê rojê de balafirên şerker ên Îsraîlê enbara mûşekên Hizbullah a Lubnanê li nêzî balafirxaneya Helebê de kirine armanc û teqandine û pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovê a Sûriyê, li vê êrîşê de tevî jinavçona enbara mûşekên Hizbullahê, 42 kesên leşkerî yên ser bi rêjîma “Beşar Esed” û 6 endamên Hizbullahê hatine kuştin lê nasname û pile û payeyên wan milîsên ser bi rêjîma Îranê hêj nehatine aşkerakirin.

Ew êrîşe li demjimêrên sibêdeha roja Înê 10ê Xakelêweyê de bo ser enbara mûşek û cebirxaneya Hizbullahê li nêzî balafirxaneya Helebê hatiye kirin.