Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li roja Şehîdên Kurdistanê de malbatên şehîdan serdana tirba şehîdan kirin

11:53 - 30 Adar 2024

Li çendîn gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de malbatên şehîdan li roja 10ê Xakelêwe, “Roja Şehîdên Kurdistanê” de bi amadebûn li ser mezarê şehîdan, peymana wefadariya xwe û berdewamkirina rêbaza wan nû kirin.

Malbatên şehîdên Kurdistanê û bi taybet şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi amadebûn li ser gora şehîdan li “Roja Şehîdên Kurdistanê” de careke din peymana xwe digel wan nû kirin û soza berdewamkirina rêbaza wan dan û li ser gora wan axivtin û dirûşmên şoreşgerî danîn.

Herwisa li çendîn bajaran wek Seqiz û Bokanê de xelkê şoreşger, wêne û dirûşmên taybet bi vê roja dîrokiya Kurd belav kirine û alaya Kurdistanê li hinek cihan hildane.