Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîkên şehîdan serdana malbata Pêşewa Qazî Mihemed kirin.

11:58 - 30 Adar 2024

Li roja Şehîdên Kurdistanê de hejmarek ji malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê serdana malbata Pêşewa Qazî Mihemed kirin û yadê wî rêberî û yekem Serkomarê Kurdistanê bi bilind ragirtin.

Roja Înê 10ê Xakelêweyê, hejmarek ji dayîkên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ên wek dayîkên şehîdan “Şehriyar Mihemedî, Simko Molûdî û Zanyar Ebûbekrî” serdana malbata Pêşewa Qazî Mihemed kirin û li gel keça Pêşewa hevdîtin kirin û yadê wî rêberê Şehîd û yekem Serkomarê Kurdistanê û hevalên wî bi bilind ragirtin û bi bîr anîn.

Li vê hevdîtin û rêzgirtin ji “Şehîdên Çarçira”yê de rêzdar “Mîna” ya dayîka şehîd “Şehriyar Mihemedî” gotiye: “her rêyek ku li ser me bê daxistin, em dê rêyeke din vekin”.

Civaka Kurdistanê roja 10ê Xakelêwe wek roja Şehîdên Kurdistanê binav dike, li vê rojê de yekem Serkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û herwisa “Sedrê Qazî û Seyfê Qazî”, ji aliyê rêjîma dîktator a Pehlewî ve li meydana “Çarçira” a bajarê Mihabadê de hatine bidarvekirin.

Gelê Kurd li vê rojê de serdana tirba şehîdên Kurdistanê dike û herwisa serdana malbatên wan şehîdan dikin.