Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûkirina soz û peyman digel Şeîdên Kurdistanê berdewam e

12:04 - 30 Adar 2024

Li çendîn gund û bajarên Kurdistanê de malbatên şehîdan serdana gora zarokên xwe yên şehîd kirin û tevî dubarekirina soza xwe digel rêbaza şehîdan, yadê 10ê Xakelêwe, “Roja Şehîdên Kurdistanê” bi bilind ragirtin.

Li çendîn dever û gundên bajarê Mihabadê yên wek “Şamat” û gundên “Suncax”  û Boze”yê de xelkê û malbatên şehîdan, serdana gora Şehîdan kirin û tevî soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan, yada yekem Serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî Mihemed” û herwisa hevalên wî yên şehîd û “Roja Şehîdên Kurdistanê bi bilind ragirtin.

Herwisa li bajarê Bokanê û herwisa li gundê “Gogtepe”, bajaroka Turcanê, malbatên şehîdan tevî serdana gora şehîdên xwe, digel rêbaza Şehîdan soza xwe nû kirin û herwisa li vê rojê de ku “Roja Şehîdên Kurdistan”yê, yada Pêşewa Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfê qazî” bi bilind ragirtin.

Herwisa li çendîn cihan de jî çalakiyên teblîxî bi vê hilkeftê hatine birêvebirin û herwisa hunermendekî welatparêz li bajarê Mihabadê bi hilkefta 10ê Xakelêweyê tabloke ji wêneke Pêşewa Qazî Mihemed çê kiriye û Bo “Kurd kanal”ê şandiye.