Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê êrîşeke din bo ser navendên wize ya Ukraynê encam dan

12:12 - 30 Adar 2024

Rêsiyê bi 99 diron û mûşekan, navendên wize li Ukraynê kirine armanc û tevî xisarên canî, xisar bi jêrxanên wizeya Ukraynê gihand.

Artêşa Ukraynê belav kiriye ku Rûsiyê li roja Înê, 10ê Xakelêweyê de bi 99 diron û mûşekan êrîşeke berfireh kiriye ser jêrxanên wize ya Ukraynê û bi 10an dever kevtinê jêr wan êrîşên Rûsiyê, ew yeka li halekê de ye ku li 3ê Xakeklêweyê de jî Rûsiyê wizexaneya “Xarkêf”ê kiribû armanc û 700 hezar kes bê berq hiştibû.

Herwisa “Viladêmîr Zêlênskî”, Serkomarê Ukraynê huşdarî daye ku derbelêdan bi bendavên Ukraynê ser welatên din ên ciran gefek mezin e.

Li vê êrîşa dawiyê de kesekî medenî hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû û herwisa keçeke 5 salî jî li vê êrîşê de birîndar bûye.

Rîjîma Îranê beşeke herî zêde ya cebilxaneya Rûsiyê, bê beranber dabîn dike û dironên bombrêjkirî û mûşekên kurthawêj, dûr hawêj û herwisa balistîkî bo Rûsiyê dişîne û bi bêşermiyeke tevaw, vê yekî jî înkar dike.