Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên şehîdên şoreşa Jînayê helwîsta xwe li hember şanoya hilbijartin a rêjîmê dane xuya

11:54 - 3 Adar 2024

Li halekê de ku rêjîma Îranê şanoya hilbijartinê li Îranê de bi rêve bir, malbatên şehîdên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê helwîsta xwe li derheq vê şanoya rêjîmê dane xuya û ew hilbijartine baykot kirin.

Malbatên şehîdên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li heyama çend rojên derbasbûyî de bi belavkirina post û nivîsên taybet li torên civakî, şanoya rêjîma Îranê bo dengdan bi vê rêjîmê, baykot kirin û dane xuya ku beşdarîkirin li vê hilbijartinê de dengdan bi binçavkirin, bidarvekirin, birsîtî û rewatîdan bi rêjîmê ye.

Li vê derheqê de”Mujgan “Iftixarî”, dayîka şehîd “Jîna Emînî” tevî baykotkirina vê hilbijartina rêjîmê gotiye: “Li wî cihê ku azadî nîne, hekî dengdan biba sedema guherînan, rê bi dengdanê nedidan”.

Herwisa çendîn malbatên din ên wek malbata “şehîd mîlan heqîqî, şehîd Dr. Azad Husênpûrî, şehîd Mihemed Hesenzade, Şehîd Emîn Me`irifet, şehîd zanyar Ebûbekrî û çendîn malbatên din ên şehîdan” bi belavkirina nivîsan li torên civakî, dengdan bi rêjîmê baykot kirin û xelkê jî rêz û pêzanîna xwe li vê derheqê de dane xuya û ew helwîsta wan bi girîng zanîn.