Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berfirehiya kar û çalakiyên bi hilkevta roja Şehîdên Kurdistanê

12:39 - 30 Adar 2024

Bi boneya roja Şehîdên Kurdistanê xelkê emegdar bi rêbaza Şehîdan û herwisa endam û alîgirên mêrxase Hizba Dêmokrat, li piraniya nawçe û bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî berfire kar û çalakiyên bê mînake teblîxî bi rê ve birin.

Xortên çavnetirs û şorişvan, bi hilkevta 10ê Xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê, Alayekî mezine 5 mêtrî li sêrêka “Naçît” a Bokanê li ser dêkel Sîmê berqa fişar qewî hildan.

Heya piştî nîvro dehan kes ji hêzên rêjîmê pêve mijûl bûn nedikarîn bînine xwarê û li ber çavê xelkê deverê serşor û rezîl û riswa bûn.

Ala bi awayekê hatibû hildanê ku heçî kesê ku li rêkê de derbas dibû, gelek bi başî xûya dikir û div her kes li jêr Alayê re derbas bibaya.

Herwisa li roja şehîdên Kurdistan de, li bajarê Seqizê Wêneyekî mezine Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed serkomarê Kurdistanê, Ala Kurdistanê û Logoya Hizba Dêmokrat li ser pira Hewayî hatne hildanê ku bo çendîn demjimêran herwisa xûya man, ku piştre hêzên serşore rêjîmê çon û jêvekirin.