Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiya kesayetiyekî xûya û welatparêz li Urmiyê

12:51 - 30 Adar 2024

Mixabin Duktor Elî Qasimlo, Kurê Mihemed Axa Qasimlo, û Birayê rêberê Şehîd Duktor Ebdurehman Qasimlo, koça dawî kir.

Gorî zaniyariyan roja Înê 10ê Xakelêwê, Duktor Elî xan Qasimlo, kurê Mihemed Axayê Qasimlo, bi sedema nesaxî û pîriyê li yêk ji nexweşxanên bajarê Urmiyê de koça dawî kir.

Termê nemir Elî Xan Qasimlo, îro Şemiyê 11ê Xakelêwê bi beşdariya xizm û kesû karan û dost û nasiyaran û herwisa hezaran kes ji xelkê emegdarê malbata Qasimlo, her li goristana gundê Qasimlo bi axa Kurdistanê hate spartin.

Bo beşdarî li rêûresma xaksipariya Elî Xan Qasimlo, li piraniya bajar û nawçên Kurdistanê , her li Sine û Mihabad û Bokan û Şino , Selmas, û gelek cihên dinê livê amade bûn.

Gorî agehdariya malbata Qasimlo, rêûresma sersaxiya xudêjêrazî Elî xan Qasimlo dê her li gundê Qasimlo bi rêve biçe û hatiye ragihandin ku merasima sersaxiyê dê roja Sêşemiyê jî li bajarê Urmiyê de bête bi rê ve birin.

Merasima birêkirin û xaksipariya Elî Xan Qasimlo bi awayekî bi şan, li dema ku termê wî li ser xortên Qasimlo bû, bi xwendina sirûda “Ey Şehîdan” û hildana Axabaniyan wek hêmayekî netewî û dirûşmên wek, Qasimlo Qasimlo rêka te dirêjî heye, bi rê ve ço.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkevta koça dawiya Elî Xan Qasimloyê birayê Şehîd Duktor Qasimloyê Mezin ve, sersaxiya xwe pêşkêşî malbata mezine Qasimlo û kesûkaran û xelkê gundê Qasimlo û gişt xelkê welatparêze Kurdistanê dike û xwe hevpar û xwediyê wê xemê dizane.

Nihajî keremkin digel çend dîmenek ji merasima xaksipariya xudêjêrazî Elî Xan Qasimlo