Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê Tîkabê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate kuştin

12:03 - 3 Adar 2024

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Serşîv”ê ser bi bajarê Seqizî, teqe li kolberekî xelkê bajarê Tîkabê kirin û ew kuştin.

Pêka rapora “Kolbernews”ê, sibêdeha roja Yekşemî 13ê Reşemê, Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Serşîv”ê ser bi bajarê Seqizî, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li kolberekî xelkê bajarê Tîkabê yê bi navê “Elî Zerxamî” kirin û ew kuştin.

Pêka vê Raporê “Elî Zerxamî” yê temen 52 salî û xelkê gundê “Sarîbax”ê ser bi bajarê Tîkabê û bavê 3 zarokan e û gulleyên hêzên sînorî yên rêjîmê bi zikê vî kevtine ku li encam de canê xwe ji dest daye.