Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesateke mirovî li Belûçistanê de diqewime

12:09 - 3 Adar 2024

Bi sedema rabûna lehiyê zêdetir ji 2 hezar gund û çendîn bajar li Parzêgeha Sîstan û Belûşistanê de rastî gefên micid ên wek xendiqîn, birsîman tênîmanê hatine û heta niha rêjîmê ti alîkariyek bo wan neşandiye.

Xelkê zêdetir ji 2 hezar gundên parêzgeha Belûçistanê û herwisa çendîn bajar ên vê parêzgehê bi sedema rabûna lehiyê li çend rojên derbasbûyî de, heyî û neyî ya xwe ji dest dane û birsîman, sir û serma, nebûna ti alîkariyekê, gefek micid li ser canê wan e û heta niha rêjîmê ti alîkariyek negihaniye berketiyên lehiyê.

Heta niha ti amarek ji xendiqî, bêserûşinbûna xelkê Belûç li vê parêzgehê de nehatiye zanîn û ragihandinên rêjîmê û berpirsên pêywendîdar ti basek ji vê karesata mirovî nakin.

Li halekê de ku cihgirê nûjenkirin ê damezraveya “Mesken” a rêjîmê “Mecîd cûdî”  gotiye ku heta niha karine serdana 125 gundan bikin, li rastiyê de ti alîkariyek negihandine wan, lê ji aliyê din ve bo hejmareke zêde ji wan gundan li roja Înê de bi rêyên cuda sendûqên dengdanê şandibûn.