Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Tehranê de xelkê li dijî Elî Xamineyî dirûşm dan

13:10 - 4 Adar 2024

Bi sedema nerizayetiya xelkê ji rewşa heyî û herwisa pirsgirêkên sîstema mêtro ya Têhranê, hejmareke zêde ji xelkê, li salona mêrtoyê de tevî ku hêzên ewlehî û întizamî li wir bûne, li dijî Elî Xamineyî, dirûşm dan.

Pêka girtevîdyoyên belavbûyî, roja Yekşemî 13ê Reşemê, hejmareke zêde ji xelkê li taxa “Kehrîzek” a bajarê Tehranê, bo nîşandana nerizayetuiya xwe ji rewşa heyî û herwisa alozî li sîstema mêrtoya Têhranê û bi taybet mêtroya taxa Kehrîzekê, li dijî rêjîma Îranê diruşmên wek “Bimre Xamineyî û çend dirûşmên din” dane.

Bi sedema alozî li sîstema Metroya li bajarê Tehranê, veguhastina xelkê li wî bajarî de gelek caran rastî pirsgirêkan tê û xelk an nikarin bigihîjin karê xwe an bi dereng dikevin û vê yekê xelk perîşan kiriye.

Hêzên ewlehî û întizamî yên rêjîmê li dema birêveçûna vê nerizayetiyê li wê salona mêtroyê de bûne, cehda binçavkirina hinek kesan dane lê xelkê rêgirî ji wan hêzan kiriye.