Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Dêmokrat beşdarî li kombûna Parlermana Swîsê kir

13:13 - 4 Adar 2024

Heyeteke Hizba Dêmokrat bi gazîkirina Fermî ya beşa Pêywendiyên Parlemana Swîsê, beşdarî li kombûna Parlermana wî welatî de kir û li gel çendîn kesayetiyên wî welatî hevdîtin kirin.

Heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi gazîkirina Fermî ya beşa Pêwendiyên Parlemana Swîsê roja Pêncşemî 10ê Reşemeya 1402 a Rojî, ku ji “Çîmen Barammîrza” a berpirsa Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Swîsê, “Hêja Mengur” nûnerê Hizba Dêmokrat li beşa Pêwendiyên Biyanî, “Salih Mehmûdpûr û Kamil Mihemedemînî”, kadrên dêrîn ên Hizba Dêmokrat li Swîsê de serdana Parlenana wî welatî kirin û li kombûna vekirî ya vê perlemanê de beşdarî kirin.

Heyeta Hizba Dêmokrat çendîn hevdîtin digel berpirsên Parlemana Swîsê kirin ku bi armanca nasînên zêdetir digel çawatiya birêvebirina kombûnên Parlemnê û herwisa hevdîtin digel berpirsên payebilind ên dewleta federal a Swîsê bû.

Hêja Mengur, nûnerê Hizbê li beşa Pêwendiyên Derve li welatê Swîsê li vê derheqê de ragihand ku beşdarîkirin û rûniştinên wiha û naskirina zêdetir a karên parlemanê li derheq mafê mirov, jiyan û rewşa jiyana Kurdên rûniştî li Swîsê, bo çêkirina Lobî bo pitevanîkirin ji doza Kurd, hevdîtin û rakêşana bala Parlemantaran û karbidestên Swîsê bo rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî destpêkirina tevgera “Jin Jiyan Azadê”yê, nasandina siyasetvanên rojavayî digel manîfêst û rola Hiza Dêmokrat li piştevanîkirin û karlêkerî bi ser şoreşa “Jîna” û xebat û armancê Hizba Dêmokrat li heyamê 8 dehikan de li Îran û Kurdistanê de xebat bo azadî û dêmokrasiyê dike.

Herwisa û li vê derheqê de “Çîmen Barammîrza” wek berpirsa Komîteya Hizba Dêmêkrat li Swîsê, bas ji girîngî û giraniya wan hevdîtinan digel karbidestên dewleta federal a Swîsê kir û alxahînî da ku ew kombûn li paşerojê de bo çêkirina pêwendiyên bi wec li navbera rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Swîsê, dê berhemên baş hebin.

Heyeta Hizba Dêmokrat li vê kombûnê de hevdîtin digel “Katiya Kirîst” a parlemantara partiya Kesk li Parlemana Swîsê, “Fabiyan Molîna”, parlemantar û endamê Komîsiyona Derve ya Parlemnana Swîsê, “Filaviya Wasirvalên”, nûnera Kantona “Bêrn” li Parlemanê û herwisa çendîn nûner û siyasetvanên din, li parmlemana Swîsê de kirin.