Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmareke zêde ya dengan, dengên betal bûne

13:15 - 4 Adar 2024

Li çendîn bajarên îranê de ku hejmarek ji xelkê bi sedema zorê û bi neçarî deng dane, dengên betal dane ku heta niha li dîroka dengdanên Îranê de bê mînak bûye.

Yek ji pîlanên rêjîmê bo rakîşana xelkê bi taybet karmendan, gefxwarin ji wan bûye û beşeke zêde ji wan kesên ku bi zorê deng dane, dengên betal avêtine sendûqên dengdanê û pêka amarên belavbûyî, hejmara wan dengên betal heta niha li dîroka dengdanan de Îranê, bê mînak bûye.

Wek mînak li devera Şehriyar, Quds û Melard a bajarê Têhranê de nûnerekî rêjîmê ku dengê yekem anîye, 56 hezar û 529 deng hebûne û dengê duyê, dengên betal 54 hezar û 195 deng bûye û gotinye ku li wan deveran de zêdetir ji milyonek û niv xelk dijî.

Herwisa li bajarê Yezdê de dengê yekem 81 hezar deng bûye û dengê duyem dengên betal 29 hezar û 303 deng bûye.

Tevî ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dengdan hatibû baykotkirin û dengdan li asta herî kêm de bûye, kesên ku deng jî dane piranî, serbaz, karmendên ku bi zorê anîne ser sendûqan û berpis û piledarên rêjêmê bûne ku piraniya wan jî dengên betal dane.