Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyekî rêjîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de hate kuştin

13:18 - 4 Adar 2024

Li bajarê Zahidanê de bikirêgirtiyekî rêjmê li dema çon bo navendeke rêjîmê li wî bajarî de rastî êrîşa kesên neskirî hat û hate kuştin û heta niha ti alî an kesekê kuştinî vi caşê rêjîmê li stuyê xwe negirtiye.

Li halekê de ku roja Înê 11ê Reşemê li bajarê Têhranê de 3 besîcên rêjîmê kevtibûne ber êrîşa kesên nenaskirî, hevdem li bajarê Zahidanê de jî bi kirêgirtiyekî xwecihî yê bajarê Zahidanê yê bi navê “Osman Şebexş” li dema çon bo cihê karê xwe bi gulleyên kesên nenaskirî hate kuştin.

Li halekê de ku polîsê taxa Şimîranat a Tehranê êrîşa bo ser wan 3 besîcan piştrast kiriye, nûçegihaniya Rokna belav kiriye ku rewşa yek ji wan birîndaran xirabe û yek jî li odeya niştergeriyê de û yê din jî çavek wî birîndar bûye.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti alî an kes û girûpekê kuştina wî caşê rêjîmê li bajarê Zahidanê de li stuyê xwe negirtiye.