Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê: Dîsan jî dengê bilindê “NE” ya xelkê bi ser tevahiya îdare û desthilata rêjîmê de serkevt

16:44 - 4 Adar 2024

Xelkê Xebatkarê Kurdistanê!

 

Civaka azadîxwaza Îranê!

 

Welat û kom û civatên cîhanî!

 

Komara Îslamiya Îranê roja Înê 11ê Reşemê, girîngtirîn binav hilbijartina temenê desthilatdariya xwe ku ew jî li rewşekî hestiyare siyasî û civakî a welat de bi rê vê bir. Ew binav hilbijartina ku salek û çend heyv piştî şoreşa Jîna yê û çend heyv piştî qonaxa nû ya qeyrançêkirinên rêjîma Îranê ku li deverê de çêkirinî, bo komara Îslamî ya Îranê girîngî û bihayeke yekcar zaf ji mulê bi destxistina rewatiya xwe a nemayî û herwisa zivirîn bo rewşa aliyê kêm a berî heyva rezbera 1401 a Rojî, hebû. Lewma ji vê pêde li encama hilbijartinan û rêjeya beşdarbûna xelkê ku ji heftiyên berî 11ê Reşemê bi rapirsînên curbicur, amadehiya hizrî bo sextekarî û çêkirina amaran direvîn, nîşandana çawatiya çona xelkê bo ser sindûqên dengdanê li ser şaşeya kamêrayên wan, bo wan servetir ji hemû tiştekê bû.

Komara Îslamî ku berê bi rêya handana berbijêran li şêwreya Nigehban de hilbijartinên zêdetir ji caran jî li naveroka xwe betal kiribû, lê hemû cehd û şiyana xwe bi armanca rêkxistinkirin û germkirina rikeberî ya binav hilbijartin û rakêşana hejmareke zêdetir ji xelkê bo ser sendûqên dengdanê, bi rê xist. Beşek ji wan cehdên rêjîmê ew bûn:

Handan û tûjkirina xelkê bi du alîkirina hilbijartinan li hemû bajar û deveran bi şêwaza li berhev sekinadin kesan an mifahvergirtin ji pirsên curbicur ên zimanî, olî û netewî, xerckirineke bêhejmar bo berbijêran bo destvekirîbûna zêdetir bo kirîna dengan û banghêjiyan, pêkanîna rewşeke demkî ya vekirî bo axaftinên armancdar, bikaranîna hemû îmkanatên dewletî û hikûmî û erkdarkirina hemû organên îdarî û leşkerî bo gerimkirina rewşa hilbijartinan, xistine berbasa hejmarek ji mijarên netewexwazî û mifahvergirtin ji wan mijaran, li berxwegirtina hemû rêkarek bo hêsankarî li dengdanê de wek mînak piştguhavêtina mohrkirina nasnamê ku li hemû hilbijartinên berê de xelkê bo xwendinê li zanîngeh, karpêdan û berdewambûna wan li karên îdarî de pê ditirsandin.

Rêjîmê hevterîb digel siyaseta handan û tûjkirinê, sînorên bi teklîf hesibandin û erkên olî jî derbas kirin û cehd dikir bi tirsandina xelkê bi rêya gotarên siyasî li hemû astan de heta çend caran ji zimanê “Elî Xamineyî” yê rêberê rêjîmê û piştre şandina kurte peyam bo xelkê bo beşdarînekirin bi wateya dijayetîkirina eşkere digel Îslam û rêjîmê bidin xuya, ku bi wan gefxwarinan renge hinek xelk here ser sindûqên dengdanê. Lê ne siyaseta handan û lahîkirinê, ne tîxa gef û tirsandin, û ne ti fêl û sinaryoyeke din nekarî ji nîşandana îradeya yekgirtin û xebatxwaziya xelkê Îran û Kurdistanê bi taybet li dijî rêjîma Îranê û gihandina helwîst û peyama siyasiya xwe nebi tenê bi rêjîmê, belkî bo civatgeha cîhanî jî rêgiriyê bike.                                     

‌Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pîrozbahiya serkevtina îradeya xelkê Kurdistanê li hemaseya 11ê Reşemê li hemû qatên civaka mafxwaz û xebatkarê Kurdistanê dike ku bi baykotkirina binav hilbijartinê, tekezî li ser xebata mafxwazaneya xwe kirin û herwisa lerzokbûna sitûnên desthilatdariya rêjîma Îslamî û bêpêgehbûna vê rêjîmê bi taybet li Kurdistanê, dane xuya.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî şandina silav û rêz û pêzanîn bo pitira herî zêde ya xelkê Kurdistanê ku bi neçon bo ser sindûqên dengdanê, berevanî ji maf û azadî û daxwaziyên netewiya xwe kirin, pêzanîn bo wan berbijêrên ku piştî belavbûna daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi baykotkirina hilbijartina, ji rikeberiya banghêjî û hilbijartinê paşve kêşan.

Hizba Dêmokrat rola hemû Hizb, alî û kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî, olî û akademîk bi bilind dinirxîne ku li serkevtina baykotkirin a hilbijartinê de çalak bûn. Herwisa bi taybet spas ji bivêrî û helwîsta hişmendaneye jinên netirs û azadîxwazên Kurdistanê dike ku tabloyeke zindî ya din ji îradeya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û pêşengatiya xwe li vê xebatê de dane xuya. Herwisa silav û mandînebûn li hemû endam û alîgirên Hizba Dêmokrat dikin ku li vî heyamê de bi bivêrî, erkvergirtina bê mînak li belavkirina siyasetên ragihandî û gotara Hizba xwe, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li serkevtina baykotkirin a hilbijartinê û bidestxistina wan destkevtên xebatkarane de çalak bûne.

 

Civatên Xelkê Kurdistanê!

 

Erk û birêvebirin û xebat û mafxwaziya we piştî 11ê Reşemê, pê dihavêje qonaxeke nû û ji qonaxa baykotkirina binav hilbijartinan ve derbas dibe û li baykotkirina berdewam a rêjîmê li hemû waran de berdewam dibe.

We careke din bi helwîsta hişyarane û têgihîştina siyasî û bivêrî li kiryar de û bi dengê bilindê “NE”yek li hestiyartirîn demê de gote rêjîmê û bi serkevtin bi ser îradeya rêjîmê ku bi hemû hêz û şiyana xwe bo danîna aliyên binav hilbijartinê bi rê xistibû, We karî nîşandaneke zindiye din ji hemaseyeke pir şan ji yekgirtin, pêkvebûn û hevhelwîstiya xebatkarane biafirînin. We careke din bi welat û civaka cîhanî da selimandin ku rêjîma çêkerê qeyranan û şerxwaza komara Îslamî, ku aramî li deverê têk daye, li navxweyê welat de çende bêçare û şikestxwarî ye û binyat û payeyên vê rêjîmê heta çi astekê sist û rizî bûne û hewce ye ku micidtir, deng û îradeya xelkê Îranê bo derbasbûn ji vê rêjîmê bibhîzin û pişta xebata mafxwazaneya Xelkê Îranê bigrin, Lewma yekgirtin û hevhelwîstiya we û meydandariya bi kiryar a we li xebat û tekoşîn û “NE” gotin bi komara Îslamî, ew erk û berpirsayetiye bo hizbên siyasî û opozîsiyona komara Îslamî çê dike heta bi hêjatî û pêdegirane, destkevtên 11ê Reşemê ya xelkê Îranê bikin binyata hevpêwendiyeke seranserî û binyata alternatîvek bo derbasbûn ji komara Îslamî.

Bi hêviya vê yekê ku piştî hilbijartina 11ê Reşemê, bi yêkîtiya bi kiryara zêdetir, xebat û tekoşîna hemû aliyan a me bo serkevtina yekcarî bi ser rêjîma komara Îslamiya Îranê de micidtir û bi gurtir bibe.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

 

12ê Reşemeya 1402 a Rojî