Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyera dibistana Şînavê dubare bû

12:10 - 5 Adar 2024

Bûyerek hevşêweyê dibistana Şînavê û vê carê li bajarê Urmiyê de qewimî û 18 keçên dersxwan bi sedema hilmijîna dûkelê bo nexweşxaneyê hatine vegihastin.

Roja Duşemî 14ê Reşemeya 1402 a Rojî, agirpêketinek li xwendingeheke keçan a paşnavendî ya bi navê “Şahid” li taxa “Abiyarî” ya bajarê Urmiyê de qewimî, pêka raporên belavbûyî, ti xisareke canî û şewat a keçan li vê agirpêketinê de nebûye lê bi sedema hilmijîna dûkelê, 18 keçên vê xwendingehê  bi dûkelê jehrî bûne û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Li 15ê heyva Xezelwera 1391 a Rojî, li bûyereke trajîk de, agirpêketineke hevşêwe li dibistana gundê “Şînavê” ser bi bajarê Pîranşarê de qewimî ku 29 keçên dibistanî rastî şewata gelek zêde hatin ku 2 ji wan keçan canê xwe ji dest dan û yên din niha jî birînên vê şewatê li ser ceste û canê wan maye.

Xwendingehên li Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê piranî nestandard in û li hejmareke zêde ji wan xwendingehan de ewlehiya canê dersxwanan li hember erdhej, agirpêketin û sir û seremayê nehatine berçavgirtin.