Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwan li Îranê de ti paşerojeke geş bo xwe nabînin

12:13 - 5 Adar 2024

Pêka rapirsiya damezraveya “Stasîs” a Amerêkayê, ciwan li Îranê de ti pêşerojeke geş bo xwe nabînin û bi piranî dixwazin ji Îranê derkevin.

Li encama rapirsiyeke damezraveya Amerîkayî ya bi navê “Stasîs” %76 a xelkê Îranê ti pêşerojeke geş bo ciwanan li îranê de nabîn û herwisa li girûpa temeniya 18 heta 29 saliyê de ew rêjeya %82 e û ciwan li Îranê de zêdetir ji Îranê derkevin û rû bi welatên biyanî koçber bin û pêka raporên fermî yên navxweyê Îranê rêjeya derketina ji welat li sala 2021 de pêka sala pêştir %141 zêdetir bûye.

Herwisa pêka amarên Saziya Hevkarî û Geşeya Aborî ya rêjîma Îranê, rêjeya koçberbûn li Îranê li sala 2020 de 48 hezar kes bûye ku li sala 2021 de ew rêjeye gihîştiye 115 hezar kese.

Piraniya koçberan ber bi welatên Amerîka Ustarliya, kanada û Ewropayê ve diçin û li vê dawiyê koçberbûn bo welatên Erebî yên derdora kendavê jî zêde bûye.

Tundûtîjiya rêjîmê digel xelkê Îranê, û îflasa aborî û nebûna hêvî bo pêşerojê, bûye sedem ku beşek ji xelkê bi her wayekê ku bikare cehda derketin ji Îranê dide.