Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derketina perestaran li Îranê gihîştiye asta kirîzê

12:16 - 5 Adar 2024

Serokê giştî yê saziya “Nizam Pizîşkî” ya rêjîma Îranê daye zanîn ku her salê zêdetir ji 2 hezar û 700 perestar ji Îranê derdikevin û ew yeka bûye qeyranek bo nexweşxaneyan.

Li halekê de ku perestar û kadrên dermanî bi sedema kêmbûna hiqûqên xwe kombûnên nerizayetî lidar dixin, Serokê giştî yê saziya “Nizam Pizîşkî” ya rêjîma Îranê “Mihemedteqê Cehanpûr” daye zanîn ku her salê zêdetir ji 2 hezar û 700 peresdar ji Îranê derdikevin û ew yeka bûye qeyranek bo nexweşxaneyan.

Gotinên navbirî li halekê de ye ku hêla hejarî li bajarekî wek Têhranê de derdora 28 milyon tumenî ye û heqdesta perstarn û kardên dermanî ku zêdetir ji 12 heta 14 demjimêran li nexweşxaneyan de kar dikin, kêmtir ji 12 milyon Tumenî ye, li rewşeke wiha de ne kareke din dikarin bikin û ne dahata karê wan bi qasî hewcehiya wan e, lewma an dest ji kar berdidin an rû bi welatên din koçber dibin.

Kêmbûna rêjeya perestaran bo pêregihîştin bi rewşa nexweşan li nexweşxaneyan de, bûye gef li ser tendirûstî û heta canê nexweşan.