Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

12:19 - 5 Adar 2024

Çendîn sendîkayên wek malnişîênkiriyan û kedkaran û herwisa perestaran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistine û daxwaza cîbicîkirina daxwaziyên xwe kirine.

Roja Duşemî 14ê Reşemeya 1402 a Rojî, li bajarê Kirmaşanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat û herwisa kombûna nerizayetî ya perestaran li derheq dana hiqûq pêka karê wan û herwisa li bajarê Sinê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê û li bajarê Îlamê de jî xelkê medenî bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember pirsgirêkên av û Averoyê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de kedkarên kompaniya “Artawîl” bi sedema vernegirtina heqdesta 2 heyvan û çewtbûna soza eydane, nerizayetiya xwe dane xuya.

Herwisa kedkaraên pêtrokîmiya Dêhdeştê, , kedkarên kompaniya “MDF” a Heft Tepe, malnişînkiriyên muxabiratê li bajarê Tewrêz, Ehwaz, Kaşan û Gîlanê de bi rê ve çone.

Heta niha berpirsên rêjîma Îranê û bi taybet berpirsên pêywendîdar, bersiveke serast bi neraziyan nedane û her carê cehdê dikin ku bo sozên çewt xwe ji vê yekê derbas bikin.