Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rêjîma Îranê îdiayeke wehmî li derheq dengdanê de kiriye

12:23 - 5 Adar 2024

Pêka gotina rêberê rêjîma Îranê, “xelkê Îranê tevî hemû cehdên dujminan li roja dengdanê de hemaseyek afirandine”, ew yeka li halekê de ye ku beşdar nebûna xelkê li dengdanê li dîroka vê rêjîmê de bê mînak bûye.

Rêberê rêjîma Îranê “Elî Xamineyî” bi îdayeke çewt û wehmî gotiye ku beşdariya xelkê bi qasekî zêde bûye ku ew bi “hemase û cehad” binav kiriye, ew yeka li halekê de ye ku rêjeya dengdanê pêka ragihandinên fermî gelek kêm bûye û heta li bajarên wekî Têhranê de li navbera 6 het %9 bûye.

Herwisa nêzî bi nîveya dengên ku bi çewtekarî û heta bi zorê ji karmend û kesên din vergirtine dengên betal in û li bajarê Têhran û Yezdê de, dengên betal li pila 2yê ya dengan de pûye û hinek berbijêrên rêjîmê bi 5 an 6 hezar dengî, çone meclîsa rêjîmê.

Dengdana vê carê bo rêjîma Îranê şikesteke tevav a rewatiyê ye û heta niha li dîroka vê rêjîmê de bê mînak bûye û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, kêmtirîn rêjeya dengdanê hebûye.