Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rêgirî ji serdana Mewlewî Ebdulhemîd li deverên berketiyê lehiyê kir

12:32 - 5 Adar 2024

Mewlewî Ebdulhemîd ê pêşnimjê mizgevta bajarê Zahidanê ku digel malbata xwe dixwest serdana deverên berketiyên lehiyê bike, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve rêgirî ji wî û malbata wî hate kirin, ew yeka li halekê de ye ku rêjîmê bilî sendûqên dengdanê ti tiştek bo wan deveran neşandiye.

Pêka rapra Halveş, roja Duşemiyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Zahidanê de rêgirî ji çona Mewlewî Ebdulhemîd ê pêşnimjê mizgevta bajarê Zahidanê kirin ku dixwest digel malbata xwe serdana deverên berketiya rabûna lehiyê bike ku Mewlewî Ebdulhemîd li hember wan hêzan sekinî lê 2 kurên wî yên nûgihan, ji aliyê wan hêzan ve bi hêceta hilgirtina çekeke neyasayî hatibûne binçavkirin ku piştî bi hawarhatina xelkê bajarê Zahidanê, bi neçarî ew azad kirin.

Pêka çavkaniyên Belûç, hêzên ewlehiya rêjîmê bi sedema beşdarînekirina Mewlewî Ebdulêhemîd li dengdanê de rêgirî ji wî kirine.

Li halekê de ku 10an bajar û nêzî 2 hezar gund bi sedema rabûna lehiyê rastî xisarên giran ên malî û xendiqîn û bêserşûnbûna hejmareke xelkê Belûç hatiye, rêjîma Îranê heta niha ti alîkariyek negihandiye wan, lê bo hejmareke zêde ji wan deveran, sendûqên dengdanê şandibûn.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şewatberên Belûç tevî hemû dijwariyan, karîne hinek alîkarî bigihînin berketiyên lehiyê, lê rêjîm bi armanca pêşî girtin ji gihandina alîkariya xelkê, Bênzînê nade Maşîn û Matorên wan, da ku rastî pirskirêkan bibin.