Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Li cografiya firenetewiya Îranê de bê pênasekirina pirsa serwerî, êdî nebe fikrê ji bihevrejiyana dixwaz bikin”

14:51 - 6 Adar 2024

Deqa gotara Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li simînara “Îran ji dîêtingeha Kurdan, rewşa Rojhilatê Kurdistanê û paşeroja Kurdan li Îranê de” li parlemana welatê Danmarkê:

 

Li destpêka sedsala bistê ve bi avakirina dewlet-netewyên serdest, pirsa netewî û pirsa dêmokrasî yê li cografiyaya Îranê, wek 2 pirsên bingehîn, hatine piştguhavêtin. Ev 2 mijar jî pirsa bingehîn a netewên jêrdest bûye.

Li mêzekirineke giştî de, xebat bo mafên netewwî û puirsên pêywendîdar bi azadî û kirameta mirov û jiyaneke serdemî, navenda pirsgirêk û rikeberî li navbera navendê û aliyên piştguhxistî de bûye. Herçiqas tepeserî û sitemkariya navendê li heyama desthilata 2 rêjîmên “Pehlewî û Komara Îslamî” berdewam bûye, lê nekariye xebata netewên bindest li pêxema bidest ve anîna mafê xwe kêmreng bike. Bervajî, hişariya siyasî û geşeya hizra netewî li asta herî bilind a xwe de ye. Belgeyên zindî bo vê îdiayê, tevgera “Jîna”ye ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, tevgera azadîxwazî ya netewên bê maf ber bi qonaxeke nû ve bir. Tevgera rijd ku li Kurdistanê de serî hilda û berfirehtirîn û taboşikêntirîn tevger li dijî navendê destpê kir.

Nasnameya netewa Kurd, mijarên wek ax, ziman, çand û dîroka hevpar bi xwe ve digre. Li ser vê bingehê, netewa Kurd îradeyeke giştî bo rizgarî û gihîştin bi serweriya siyasî li ser axa xwe hebûye. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ekterek çalak û berdewam li meydana xebata netewî û rikeberî û berxwedana li hember navendê bûye. Qeware û çarçoveya hizrî û ev felsefeya ku ew hizbe li ser hatiye avakirin, li dijî her cure serberedayî û qurixkirin û dîktatoriyekê ye. Pêbendê bihevrejiyana aşîtîxeazane digel hemû pêkahetayan li ser cografiyaya Îranê ye. Netewên jêrdest bi hevpeymanê xwe yên bingehîn dizane û digel hemû hêz û aliyên azadîxwazên din ên Îranê ku bawera wan bi pirensîpên mafê netewî û dêmokrasîyê hebûye, pêwendiyên dostane heye. Ev hizbe ku avakirina vê li encama geşeya hizra siyasî û rêkxistina netewî bûye, hemû tekoşînên vê li pêxema bidestxistina mafê netewiyê Kurd li Îranê de bûye.

Hizba Dêmokrat li serdemên her duk rêjîmên Pehlewî û Komara îslamî de bi hizbeke neyasayî hatiye nasndin û berdewam li Îran û derveyî sînoran kirine armanca pîlan û gefên berdewam û curbicur. Ji destpêka şoreşa netewên îranê li sala 1979 de vê hizbê cehd kir ku bi rêya gotûbêj, çareseriyeke aşitîxwazane û dêmokratîk bo pirsa netewiya Kurd peyda bike. Lê rastî dengê “NE” ji aliyê desthilatdarên navendê hat. Heta gotûbêjên heyeta nûnerên xelkê Kurdistanê digel nûnerên Têhranê ti encamek nebû ku Hizba Dêmokrat jî li wê heyetê de endam bû. Dengê “NE”yê rêjîmê, siyaseta “şer li Kurdistanê” li pey xwe anî. Ayetullah Xumêynî, rêber û avakerê komara Îslamî, “fermana cîhad” li dîjî netewa Kurd û tevgera vê ragihand.

Li encama siyaseta dijemirovî û qurixkariyên komara Îslamî de cografiyaya herêmên netewên jêrdest bi taybet Kurdistan, bi tevahî cografiyaya tepeserkirin û dagîrkeriyê bû. Sedema vê dijateîkirina digel Kurd û netewên din û îradeya berxwedan û sekinîn li hember navendê, divê ji her du aliyên xebat û tekoşîna berdewam a wan li qonaxên hestiyarên temenê komara Îslamî de bê hilsengandin û bê şirovekirin. Li heyama 45 salên desthilatdariya rêjîma komara Îslamiya Îranê, siyaseta tepeserkirin li asta daxwaziya mafê mirovê de hatiye birêvebirin.

Li herêmên xeyrî-fars de bi taybet li Kurdistanê, hemû şêwazên ewlehî kirina jiyan û siyasetên mirinê hatine bikaranîn da ku xelkê vê ji mafê xwe bêpar bin. Sîstema rêjîma Komara Îslamiya Îranê li ser binyata dijayetîkirin digel mafê netewî, azadiya gotin, azadiya olî û her cure hizreke siyasî ya cuda hatiye avakirin. Bi taybet li vî heyamî de, netewa Kurd û cografiyaya Kurdistanê para herî zêde a komkujî, talankirina darayî û sereçaveyan, koçberiya bi zorê ya xelkê û cehd kirin bo guherîna dêmografiya Kurdistanê, jinavbirîna zimanê Kurdî li sîstema perwerdê de û înkara ola yarsan û givaşxistin bo ser oldarên sunnî û paremayî yê de hêlana bi zanebûn a aboriya Kurdistanê ber Kurdan ketiye. Amara navendên mafê mirov li 45 salên derbasbûyî de bi rohnî dide xuya ku pêka heşîmetê, netewa Kurd zêdetirîn rêjeya bidarvekirin, girtin, dûrxistin, îşkence û gef bo ser jiyana çalakvanên mafê mirov û jîngehparêzan li Îranê de hebûye, wek mînak li sala 2023 de 839 kes hatine bidarvekirin, 119 kes ji wan Kurd bûne.

Kurdistan xwediyê çandeke çendalî ye û her ew bûye sedem ku mirov bi her cure hizir û bawerek û olekê, bi hev re bijîn. Lê siyasetên ne-dêmokratîkên rêjîma îslamiya Îranê li dijî civaka çend alî ya Kurdistanê ne. Kurdistan hertim daye xuya ku li derheq jinan, civakeke vekirîtir bûye û lewma bûye navenda serhildan a tevgera “Jîna Emînî” li sala 2023 de bûye. Tevgera “Jîna” bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” rewatî ji rêjîmê standiye, cehdkirinek bo jinavbirîna rêjîmekê bû ku li dirêjahiya temenê xwe, jin tepeser kirne. Ev serhildane bi lezgînî û bi pêşengiya jinan û ciwanan, hemû nerizayetiyên li Kurdistan û Îranê kirine yekdeng û hevhizir ku heta rêjîm mabe, ti mirovek nikare xwediyê jiyaneke azad û xwedî rûmet be. Her çiqas ku li heyamê zêdetir ji yek salê tevgera “Jîna”yê de jî me dît, zêdetirîn kuştin, tepeserî û binçavkirin li Kurdistanê de bûn. Li Kurdistanê de heta niha jî çalakvanên mafê mirov û mafê ziman û jîngehparêz bi tawana piştevanîkirin li azadî û mafê jiyanê, têne bidarvekirin an hepsa demdirêj bi ser wan de disepînin û siza didin wan.

Ew sitema netewî, li binyatê de bi rêya danîna sînorên nevekhev li navbera naved û piştguh havêtiyan de tê kirin ku ji warê cografiyayî, siyasî, damezraveyî, çandî, zimanî, jîngehî û ayînî hene. Pênaseyek ku li Îranê de li derheq netewên din tê kirin, digel rastiya dîrokî, cografiyayî û siyasiya wî welatî cuda ye. Em wa hizir dikin ku jinavbirina sîstimatîk a netewa Kurd, berdewamkirina siyaseta dagîrkarî, milîtarîzekirina jiyan û bêdengkirina dengên cuda û binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê, ti rêyek bo me wek kurd nehiştiye ku em bikarin hizirê li ser sîstimeke siyasî bo Îrana paşerojê bikin ku li ser binyata yek netew yek ziman û yek ol hatibe avakirin. Rêjîma Îslamiya Îranê û her cure îdeolojiyek ku li ser binyata nasyonalîzma berçavteng hatibe avakirin, nikare pirsgirêkên Îranê çareser bike. Em wek Kurd wa hizir dikin ku cografiyaya çendîn neteweya Îranê de bê şirovekirina pirsa serwerî li Îranê de êdî nikarin hizir ji bihevrejiyaneke dilxwaz bikin. Hekî biryar be sîstema siyasiya Îranê li paşerojê de li ser binyata serweriya neteweya Fars bi ser netewên din be, dîsan xeleka bê encama tepeserî û jinavabirînê dê dubare bibe ku têde netewên ne-fars bêpar dibin û ti binyatek bo dêmokrasiyê namîne. Divê nîşan û binyatên Îrana paşerojê, ji nû ve bê şirovekirin. Ev yeka jî bê şik li herifandina serweriya navendê ve ber bi serweriya hevpar û mafê vekhev yên hemû netewên din tê kirin.

Şoreşa Jînayê wek bûyereke dîrokî ya çendînalî ji gelek waran ve bandor hebûye. Cudabûna rijdiya ya tevgera Jînayê ji adetên paremayî yên desthilata serberedayî, guherînên kûr li pey xwe anîne ku pêgeh û jêrxana guherîneke mezintir e. tepeserkirin renge bikare aliyê guherinan ber bi tundûtîjiyê ve bibe, lê nikare astengiyan bo çê bike. Ev guherîna hizrî û binyatî li ser pêgeha ceribandin bi nirxên gelek giran li sitem û bêmafî û she bi nebûna kerametê pêk hatiye. Bo me yê Kurd, bi qasî armanca me bo herifandina komara Îslamî, bi vê qasê jî pirsa netewî û dêmokrasî, du hêlên bingehîn û pirensîpên neguher in. girîngtirt ji wane, derbasbûn ji hercure hizrîneke qurixkariyê ye ku bixwaze ceribandina rêjîmên paşatî û îslamî dubare bike.

Em daxwazê ji welatên azad û dêmokratîk dikin ku bo cihgîrbûna sîstemeke dêmokratrîk, li ser binyata mafên mirovî û nirxên azadî û dadperweriyê, alîkariya tevgera azadîxwaziya netewên Îranê bikin. Sîstemek ku bi derbasbûn ji paremayî, keramet bo jiyana take kesî û hemî wan netewan desteber bike.