
Li kiryareke hovane de hêzên rêjîmê 11 kes ji xelkê Belûç li deştên Îsfehanê de kirine armanc û kuştine û ev bi “eşrar û qaçaxçî” binav kirine, li halekê de ew kasibkar bûne û hêzên rêjîmê bê agehdarkirina berê, gulle bi ser wan de reşandine ku 8 kes ji wan kuştiyan endamê malbatekê ne û 3 kesên din jî kesên nêzî vê malbatê bûne.
Li vê derheqê de “Mehşan Belûç” birêvebera rêkxirava “hemdilîna banûkan” ku rêkxiraveke parastina mafê jinan a Belûç e, ragihandiye ku ev 11 kes, bê dadgehîkirin, an binçavkirin an lêpirsînê, wek girtiyên dadgeha sehrayî hatine kuştine.
Pêka zanyariyan ji wan kuştiyan 4 bira û 4 birazyên wan bûne.
Cinayetên rêjîmê bi dijî gelê Belûç, şerê dijî mirovahiyê û qurkirin û jînosayd e ku mixabin cîhanê li hember wan cinayetan de çav û guhê xwe kor û ker kirine.