
Li eşkerebûna gendeliyeke nû ya rêjîmê de zêdetir ji 1 milyon ton birinc ku bi dirafê xelkê Îranê hatibû kirîn, winda bûye û ti berpirsekî rêjîmê amade nîne li vê derheqê de bersivê bide. li rastiyê de xuya nîne ku bi wî dirafî, birînc hatiye kirîn an ne, lê niha ne ew diraf xuya dike û ne birincê ku îdia dikin hatiye hawirdekirin, xuya ye.
Li vê derheqê de cihgirê serokê şewraya navendî ya mecme`a millî ya Werzêrî li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de ev gendeliya rêjîmê eşeke kiriye û gotiye niha ku me pirsgirêka birinc li Îranê de heye , kes nizane ku ev 1 milyon ton birincê hawirdekirî bo çi aliyekê ve çoye, ti kesek jî bersivê nade.