
Mecîd Textêrwançî, cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê li hevpeyvîn digel kanala têlêvîzyoniya Tirkiyê de ragihand ku li navbera rêjîma Îranê û Amerîkayê de bo destpêkirina danûstandin peyam têne şandin lê berî her tiştekê Amerîka dibe garantiya vê yekê bide ku careke din bi nişkê ve êrîşê neke ser me.
Herwisa “Kazim Xerîbabadî” cihgirê din ê wezîrê derve yê rêjîmê pêştir jî 3 merc bo destpêkirina danûstandinan li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de ragihandibûn.
Ev yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê dest ji meyandina Uraniyomê bernade û îro jî li meclîsa rêjîmê de dirûşmên jinavbirina Amerîka û Îsraîlê hatine dan, bi vê pêkê îdiayên rêjîmê bo aşitîxwazanebûna bernameya navkî dîsan diçe jêr pirsyarê.