
Tacirekî Îraqî-Birîtaniyayî yê bi navê “Salim Ehmed Seîd” ku toreke firotina nefta Îranê li jêr navê nefta Îraqê de bi rê ve dibir û nefta rêjîmê li bazaran de difrot û dirafê vê bo rêjîma Îranê dişand, hem bi xwe û hem şirketên wî li lîstê dorpêçên Amerîkayê de hatine tomarkirin.
Pêka rapora rojnameya “Times” a Birîtaniyayê, Salim Ehmed Seîd, xwediyê hotêleke lakçêrî bi nirxa 36.6 milyon Dolarî li taxa “Kensington” li rojavayê bajarê Lendenê ye û 2 şirketên wî yên birîtaniyayî li lîstê dorpêçên Amerîkayê de ne.
Pêka vê raporê, Salim Ehmed Seîd” digel çend damezraveyên ticarî ku ser bi şirketên wî ne, li heyva derbasbvûyî de bi firotina nefta neyasayî ya rêjîmê, alîkarî bi dabînkirina malî ya hêzên spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst kiriye.