Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketin li çêrîngeh û daristanên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam in

15:55 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2025

Pêka raporên belavbûyî li Rojhilatê Kurdistanê li çendîn deverên bajarê Merîwanê de agir bi çendîn çêrîngeh û daristanan ketiye û ev agirpêketin ji roja 4ê Gelawêjî ve dest pêkirye û agir li hinek ji wan daristanan de, heta belavbûna vê nûçeyê, her berdewam bûye û xisareke zêde bi jîngeha sirûştî, daristan û çêrîngehên wan deveran kevtiye.

Pêka rapora “Encumena Kesk a Çiya” ya bajarê Merîwanê, li qelaya Merîwanî, Beyele, Şaranê, Nijmar, Bêlû, Sofî Bile, Gêlêkeran, Tengbax û Dolebî”yê de agirpêketin qewimîne.