
Li roja Şemî 4ê Gelkawêjê de kombûn û xwenîşandaneke berfireh li şeqamên bajarê XuşkeBîcarê ser bi parêzgeha Gîlanê de dest pêkir û xelkê nerizayetiya xwe li derheq qutbûnên li peyhev û demdirêj û bê beranameya av û berqê, dane xuya û dirûşmên wek: “Av û berq mafê rewa yê me ye, em berpirsê bikêrnehatî naxwazin û bimre neşiyan” dan.
Herwisa, hevdem li bajarê Sebzewarê de hejmareke zêde ji xelkê li ber deriyê fermandariya rêjîmê li wî bajarî de kom bûn û xwenîşanda kirin û nerizayetiya xwe li derheq qutbûna av û beqê dane xuya. xwenîşandan heta demjimêrên şevê berdewam bû û tevî ku hêzên tepeserker ên intîzamî û ewlehiyên rêjîmê tundûtîjî xistine nav kombûnê, lê xelk li hember wan sekinî û xwenîşandana nerizayetiyê berdewam kirin.
Herwisa li Rojhilatê Kurdistanê de jî li bajarê Kirmaşanê de jî xwenîşandanek bi sedema qutbûna berqê bi rê ve çoye û li devera pîşeyiya Çardange ya bajarê Têlhranê jî xwenîşandanên nerizayetî li derheq qutbûna av û berqî bi rê ve çone.