Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Merîwanê kempêynek bo gihandina alîkariyan bo Belûçistanê lidsar xistin

10:43 - 7 Adar 2024

Xelkê Merîwanê bi dirûşma “Roj roja Yekîtiyê ye” kempêynek bo komkirin û gihandina alîkariyên mirovî bo berketiyên lehiya Belûçistanê lidar xistin û daxwaza beşdariya xelkê li vê kempêynê de kirin.

Ciwanên xwedî ked û îrade yên bajarê Merîwanê bo gihandina alîkariyên mirovî bo berketiyên lehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de û herwisa bo nîşandana hevxemî û nigeraniya xwe li derheq xelkê Belûç li deverên berketiyê lehiyê, bi dirûşma “Roj roja tyekîtiyê ye” kempêynek ava kirin.

Herwisa wan ciwanan daxwaz ji xelkê Kurdistanê bi taybet xelkê bajarê Merîwanê kirin ku xwe ji gihandina ti alîkariyekê neparêzin û beşdarî li vê kempênê de bikin.

Wan ciwanan tiştên xwarinê ên wek “qend, rûn, birinc,” û herwisa hewcehiyên tendirûstî tiştîn hewce bo zarokan û çendîn cure tiçtên din ên hewce kom kirine ku li demeke kin de dixwazin bigehînin berketiyên lehiyê.

Tevî derbasbûna çend rojan, rêjîma Îranê bo gihandina alîklariyan bi berketiyên lehiyê ku çendên bajar û nêzî 2 hezar gund li xwe girtiye, ti pêngavek hilnegirtiye.