Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birinc jî li ser sifreya xelkê Îranê kêm dibe

10:46 - 7 Adar 2024

Li halekê de ku hejmareke zêde ji xwarinan ji sifreya qatên hejar û nêvincê yên civaka Îranê de kêm bûne, bi bilindbûna nirxan û daketina dahata xelkê Îranê, birinc jî ji sifreya xelkê kêm dibe û welatiyan gotine ku li destpêkê de goşt û mirîşk ji sifreya me kêm bû û niha birinc lê kêm bûye.

Pêka raporekê ku belav bûye, şiyana kirîn a xelkê Îranê gelek kêm bûye û xelkê hejar ku piraniya xelkê Îranê li xwe digre neçar mane ku êdî şiyana kirîna xwarinên wek goştê sor, goştê mirîşkan, masî, birinc û berhemên şîr bi qasa hewce nînin û hinek kes renge nekarin êdî wan berheman bo zarokên xwe bikirin.

Pêka vê raporê, xelkê daye zanîn ku “dexlûdan, şîr, kakilmeûj û piste, penîrê Lîqwan, kinc û hêk û herwisa çend tiştên din, ji kirîna xwe ya rojane de nehiştine an şiyana kirîna qaseke kêm ji wan berheman hene.

Hejmareke ji xelkê tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq xirabtirbûna rewşê li paşerojê de gotine ku êdî nikarin bo zarokên xwe xwarinên ku ew dixwazin bikirin.

Beşek ji xelkê ku ji qata navendî dene gotine ku em nikarin piraniya xwarinên hewce bi qasa berê bikirin û yên ji me hejartir renge li nav zibil û paşmaweyan de bigerin da hewcehiyeke xwe peyda bikin û rewş hinde xirabtir bûye