Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar ji 60 hezar Tumenî derbas bû

10:49 - 7 Adar 2024

Dolar li bazarên Tehranê de zêdetir ji 61 hezar Tumenî hate firotin û tevî hemû sozên çewt ên rêjîmê, nirxa dolar li hember dirafê Îranê de bilindtir dibe.

Pêka raporên aborî yên belavbûyî li navxweyê Îranê, nirxa Dolar li sibêdeha roja Sêşemî 15ê Reşemê, 61 hezar û 700 Tumen bû ku ew nirxe li roja Duşemiyê de jî 61 hezar û 600 Tumen bûye û tevî hemû çewtekariyên rêjîmê, dirafê Îranê roj bi roj li hember Dolar de bênirxtir dibe.

Pêka raporên belavbûyî, hejmarek ji kompanî û firotingehên mezin li Îranê êdî bi dirafê Îranê danûstandinê nakin û zêdetir Dolar bi kar tînin ku rastî xisarên mezintir neyên û li çend raporên têlêvîzyonî yên navnetwî de jî ew cure raporane belav bûne.

Li halekê de ku berhemanîn û firotina neftê li Îranê de çend qat zêde bûye lê him ew nefte bi nirxeke erzan tê firotin û him dahata vê firotinê nazivire xizîneya hikûmî û firoşyarên neftê û qasa nefta ku ew difroşin gelek caran nexuya ye û dahata vê neftê jî xuya nine ku bi çi armancekê û li çi cihekê de tê xerckirin an bo çi kes an taqimekê tê paşkevtkirin.