Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê îtiraf bi şikesta li hember baykotkirinê de dikin

10:51 - 7 Adar 2024

Li halekê de ku Elî Xamineyî û hejmareke din bi çewtekarî cehda perdepoşkirina şikesta xwe li hember baykotkirina dengdanê dikin, hejmarek ji wan berpirsên din îtiraf dikim ku li hember baykotkirina dengdanê şikesteke gelek mezin xwarine.

Li hejmarek ji îtirafkirinê berpirsan de tê dîtin ku rasterast îşare bi şikesta xwe li hember îradeya xelkê Îranê bo baykotkirina dengdanê dikin yek ji wan ê bi navê “Felahtpîşe” ku serokê komîsiyona ewlehî ya meclîsa rêjêmê ya dewreya pêştir bûye got: “encamên dengdanê didin xuya ku hilbijartina meclîsê şikest e ne serkevtin”.

Herwisa navbirî gotiye, li dîroka hilbijartinên Îranê de heta niha ti car bi qasî vê carê, îmkanatên hikûmî bo rakêşana xelkê bo ser sendûqên dengdanê û îmkanatên birêveberî û siyasî bikar nehatibûn û li ragihandinên fermî de ji daxwazkirin û lahîkirin heta gefxwarin li xelkê hatine bikaranîn û heta sendûqên gerok ên dengdanê bi lahiyan diçone malên xelkê ku deng ji wan vergirin û tevî ku rêjeya beşdarî li asteke herî kêm de bû, vê yekê bi hemase binav dikin.

Birêveberê nûçegihaniya spaha pasdaran (Fars) nivîsandiye: rêja dengdana vê carê pêka hilbijartinên berê %18 kêmtir bûye.

Rojnameya Întixcab jî belav kiriye ku bê guman hilbijartina vê dewreya meclîsê kêmrengtirîn hilbijartina meclis li dîroka komara Îslamî de ye .

Pêka gotina rojnameya “Bihar News” a ser bi rêjîmê, li bajarê Têhranê de nîveya berbijêran bi dengên 3 heta %6 li qonaxa yekê de çone meclîsê û nûçegihaniyeke din jî gotiye ku hejmareke zêde ji berbijêran bi dengên 4 ya %5 a hewce bo çon bo meclîsê, çone meclîsê.

Herwisa dengên betal li gelek bajaran de dengê yekem bûye û li bajarê Têlhranbê de jî derdora %50 a degan betal bûne.

Herwisa nûnerê Xamineyî li parêzgeha Kohgîlûyê  û Boyêrehmed yê bi navê “Nesîr Husêynî gotiye: “min bi çavên xwe dît ku li hinek cihên dengdanê de deng dihatine kirîn û firotin”.