Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema sozên çewt ên wezareta Tendirustî ya rêjîma Îranê 10 zarokan canê xwe ji dest da

11:00 - 7 Adar 2024

Nexwşên “MSM” ku hewcehî bi hinek dermanên taybet hene li benda soza wezareta Tendirustî ya rêjîma Îranê man ku dermanên hewce bo wan dabîn bike, lê piştî derbasbûna 3 heyv ji sozên wan ên çewt, 10 zarok li heyama heyvekê de bi sedema destnekevtina dermanan canê xwe ji dest dan.

Nerizayetiya malbatên nexweşên “MSM” ku ji roja Dûşemî 7ê Reşemê heta roja Çarşemî 9ê Reşemê li ber deriyê binkeya serkomariya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn û daxwaza dabînkirina wan dermanan kirin û 3 heyv berî vê demê soza dabînkirina dermanan dabû lê tevê ku sozên xwe bi cih neanîn, bûne sedem ku ew derman neyêne berhemanîn.

Li vê dawiyê li heyama heyvekê de 10 zarok bi sedema destnekevtina dermanên taybet canê xwe ji dest dane û wezareta Tendirustiya rêjîma Îranê bi îdiaya vê yekê ku wan dernmanan ti bandoreke erênî li ser nexweşan nîne, êdî wan dermanan nakirin û ew biryara xwe jî ji xelkê veşartiye.

Dermanê hewce bi nexweşên “MSM” şerbeta “Risdiplam” û derziya “Spinraza” ye ku wezareta tendirustî soza kirîn û dabînkirina wan dabû lê bi çewtekarî bûye sedem ku heta niha 10 zarok canê xwe ji dest bidin û renge ev rêjeye zêdetir jî bibe.