Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Divê rêjîma Îranê tîratiya hemû Uraniyoma %60 kêm bike

11:06 - 7 Adar 2024

Amerîkayê tevî şermezarkirina kiryarên bê berewird ên rêjîma Îranê, ragihand ku divê rêjîma Îslamiya Îranê rêjeya tîratiya tevahiya Uraniyoma meyandî ya %60 kîm bike û hemû çalakiyên berhemanîna Uraniyoma bi tîratiya %60 bisekinîne.

Roja Çarşemî 16ê Reşemê, nûnera Amerîka li civîna Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Lora Holgêyt” bi belavkirina raporekê ragihand: “Divê Îran tîratiya tevahiya Uraniyoma %60 kêm bike û berhemanîna Uraniyom a bi tîratiya %60 bi tevahî bisekinîne. Ti welatek din Uraniyomê heta tîratiya %60 bi îdi`ayên ku Îran dike, nameyîne.

Li vê raporê de Amerîkayê tekez kiriye ku kirayên rêjîma Îslamiya Îranê digel welatên ku xwediyê bernameya navkî nînin û endamê peymana “Rêgirî ji berfirehtirbûna çekên Navkî” anku “NPT”ne, li dijayetiyê de ye.

Rêjîma Îranê hemû cehda xwe dike ku bikare çeka navkî berhem bîne û bi vê yekê siyasetên xwe yên şerxwazane li cîhanê de berfirehtir bike.