Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê gemiyeke Amerîkayê kirine armanc

11:08 - 7 Adar 2024

Hûsiyên Yemenê li kendava “Eden”ê de gemiyeke barhilgir a Amerîkayê kirine armanca mûşekên balistîkî û pêka gotina berpirsên Amerîkayê 2 melewan hatine kuştin û 6 melewan jî birîndar bûne û Amerkayê ragiahndiye ku Hûsiyên yemenê şer berfirehtir dikin.

Gemiya barhilgira “Konfîdans” a Amerîkayê li kendava “Eden”ê de kevte ber êrîşa mûşekên balistîkî yên Hûsiyê yemenê û tevî xisarên malî û herwisa xisarpêketin bi vê gemiya barhilgir, 2 melewan hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne, berpirsên Amerîkayê tevî piştrastkirina vê êrîşê dane zanîn ku êrîşkirina bi ser vê gemiyê dide xuya ku Hûsiyên Yemenê li pey zêdekirina aloziyan in û gotin e ku ew kiryara Hûsiyan dijwartirkirina dihjayetiyên mezin e.

Nûçegihaniya “Reuters” li vê derheqê da ragihandiye ku li encama vê êrîşa Hûsiyên Yemenê, xisarên giran bi gemiya barhilgir a “Konfîdans” kevtiye û beşeke vê teqiyaye û ji kontrolê derkevtiye.

Hûsiyên Yemenê bi diron û mûşekên Îranê û hiqûqên heyvane û cebilxaneyên din ên Îranê, deryaya Sor, geviya Babulmendeb û kendava Edenê kirine armanc û ewlihiya deryayî li wan deveran de xistine metirsiyê.

Hêj xuya nine ku Amerîka û Birîtaniya dê bersiva vê êrîşa Hûsiyan bi çi awayekê bidin.