Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sînorê “Newsûd”ê de 2 kolber birîndar kirin

18:21 - 11 Adar 2024

Hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûd”ê de bê agehdarkirina berê û bi awayê rastersat teqe li 2 kolberan kirine û ew 2 kolber birîndar kirine ku piştre bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê sibêdeha roja Duşemî 21ê Reşemeya 1402 a Rojî, 2 kolber li sînorê bajarê Newsûdê de rastî teqeya hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê hatine û birîndar bûne ku bo çarezseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Herwisa li rapora Ajansa “Kurdpa”yê de hatiye ku hêzên leşkerî yên rêjîmê bi awayê rastersat û bê agehdarkirina berê, teqe li wan 2 kolberan kirin.

Li vê raporê de hatiye ku nasnameya wan kolberan bi serastî nehatiye zanîn û tenê hatiye zanîn ku navê yek ji wan kolberan “Hadî” yê temen 31 salî ye ku nasnavê wî û herwisa nasnameya kolberê din nehatiye zanîn û hêj xuya nîne ku ew 2 kolberane xelkê çi dever an bajarekî ne.