Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardeya cebilxaneya Îranê 3 beranber zêde bûye

11:06 - 12 Adar 2024

Hinardeya alavên şer û cebilxaneya rêjîma Îranê li heyama 5 salan de %300 zêde bûye ku bi sedema nirxa gelek kêm a wan alavan, bikirên taybet bi xwe hene û rêjîm para herî zêde bê beranber dide girûp û aliyan.

Pêka rapora “Damezraweya Navnetewî ya Lêkolînên Aşitî li Stokholmê(SIPRI), ku li roja Dûşemî 21ê Reşemeya 1402 a Rojî hatiye belavkirin, hinaredeya leşkerî ya rêjîma Îranê li heyama wan 5 salên derbasbûyî de %276 zêde bûye û bikir û xwazyarên bingehîn ên wan cebilxane û alavên şer, zêdetir Rûsiye, Vênêzoêlla û milîsên ser bi rêjma Îranê bi taybet Hûsiyên Yemenê ne.

Belavbûna vê raporê li halekê de ye ku heta niha rêjîma Îranê ti dirafek ji wan welat û aliyan li hember firotina cebilxaneyê de vernergirtiye an bi qasekê kêm bûye ku heta bas jî nehatiye kirin û zêdetir bi armancên siyasî bûye, ku Rûsiye li hember de li civaka navnetewî de piştevanî li Îranê bike û aliyên din jî bo birêveçona pîlan û bernameyên terorîstî û çêkirina fitneyên rêjîmê bo wan têne şandin û heta Hûsiyên Yemenê ji bilî cebilxane, hiqûqê milîsan jî ji rêjîma Îranê verdigrin û herwisa tevahiya cebilxaneya milîsên din jî ji aliyê rêjîma Îranê ve tê dabînkirin û çavkaniya bingehîn a darayiya wan milîsan jî rêjîma Îranê ye.