Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia kir ku rewşa berketiyên lehiyê li Belûçistanê, asayê bûye

12:05 - 12 Adar 2024

Tevî ku rêjîma Îranê heta çend rojan ti basek ji rabûna lehiyê nedikir, bê gihandina ti alîkariyeke mirovî bi berketiyên lehiyê, niha îdia dike ku rewşa jiyana berketiyên vê lehiyê li Belûçistanê de asayî bûye.

“Deng û reng”ê rêjîma Îranê belav kiriye ku piştî kombûna dawî ya“Stada Birêveberiya Kirîzan a Sîstan û Belûçistan”ê, bi sedema asayîbûna rewşa jiyana xelkê, vê stadê karê xwe bi dawî aniye, Ew yeka li halekê de ye ku rewşa xelkê berketiyên lehiyê gelek dijwar e û bi taybet li deverên başûrê Belûçistanê, rewş hêj dijwartir e.

Pêka gotina birêveberê giştî yê “Heyva Sor” yê bi navê “Mehdî Secadî” heta niha zêdetir 59 hezar berketiyên lehiyê rastî xisar û derbeyan hatine.

Li rabûna lehiyê de zêdetir ji 16 bajar û sedan gund rastî rabûna lehiyê hatin û heta niha jî bi sedema têkçona rêyan alîkariyên mirovî bi serastî nehatine dabeşkirin û xelk bi pişta xwe alîkarî gihandine beşeke zêde ji wan deveran.

piraniya wan kesên ku alîkariyê digihînin deverên berketiyê lehiyê û heta endamê saziya “Heyva Sor” jî ji xemsariya berpirsan û guhnedana wan bi pirsgirêkên xelkê gazinde ne, û dane zanîn ku rewşa berketiyên lehiyê dijwar e û hewcehî bi gihandina alîkariyên gelek zêdetir hene.