Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Alman xwenîşandanek li hember kunsûlxaneya Îranê birêve çû

11:44 - 2 Adar 2024

Roja Înê 11ê Reşemeya 1402 a Rojî, hevdem digel birêveçûna bi nav şanoya hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê şandeke hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê digel çend hizb û aliyên Îranî, beşdarî di vê xwenîşandanê de kirin ku li hember kunsûlxaneya Îranê li bajarê Hamborgê birêve çû.

Di vê xwenîşandanê de ji bilî baykota şanoya hilbijartinan, liser binpêkarî û gendeliya netendrusta hilbijartinan, tawan û cinayetên Komara Îslamî dijî hevwelatiyên Îranê bi tundî hatine mehkûmkirin.

Peyama hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Xatû Şebnem Newîdî ve hate xwendin.

Navbirî di vê peyamê de behsa vê yekê kir ku li dîroka Komara Îslamî de ti hilbijartinek bi qazencê xelkê nebûye û tenê mebest rewatîdan bi tawan û kawilkariyên xwe ev şanoya bi nav hilbijartinan birêve biriye.

Di dawiyê de beşdarbûyan bi hilgirtina wêne yên Şehîdan çendîn diruşm dubare kirin.