Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê 2 kolber birîndar kirin

11:51 - 14 Adar 2024

Hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li bajarê Banê de 2 kolber li devera sînorî ya “Hengejal”ê de birîndar kirin.

Pêka rapora “Kolber News”ê, demjimêrên şevê 21ê Reşemeyê hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê teqe li  kolberan kirine ku di encamê de 2 kolber bi navên” Seyîd Enwer Haşimî yê temen 40 salî û Enwer Qedemî yê temen 42 salî” yên xelkê gundê “Dere Pinyedan”ê ser bi devera “Zêwiye”ya bajarê Seqizê birîndar bûne.

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast bi gulleyên şer teqê li kolberan dikin û hekî gulleyên saçmeyî jî hinek caran bi kar bînin, li mewdayê nêzîk ve wan dikin armanc ku wan bikujin.

Pêka amarên “Kolber News”ê li sala 2023 a Zayînî de 299 kolber li deverên sînorî û li rêyan de li parêzgehên “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê de bi sedemên wek teqeya rasterast, renî û sir û seqem, mîn, kevtin ji bilindahiyan hatine kuştine an birîndarkirine ku 30 ji wan zarok bûne.