Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 4 kesên ser bi milîsên “El-Eşter” a ser bi spaha pasdaran, tehrîm kirin

12:00 - 14 Adar 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê belav kiriye ku 3 endamên bingehîn ên girûpa terorîstiya “El-Eşter û rêxweşkerekî vê girûpê bi sedema gihandina diraf ji Îranê bo wan milîsan, xistine nava lîstê dorpêçan.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Sêşemî 22ê Reşemeya 1402 a Rojî, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku pêka hevahengî digel berpirsên welatê Behrêynê, 3 karbidestên bingehîn û herwisa rêxweşkerê malî yê girûpa terorîstiya “El-Eşter” ku bi navê “Seraya El-Eşter” jî têne naskirin û milîsên ser bi spaha pasdaran a rêjîma Îranê ne, li lîstê dorpçan zêde kirine.

Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerêkayê, 3 kes ji wan milîsan li Îranê de ne û yek jî ku bi tawana veguhastina diraf ji Îranê bo milîsên “El-Eşter”, ji aliyê Amerîkayê ve bi tawanbar hatiye naskirin, ji welatê Behrêynê reviye bo Îranê.

Amerîka li sala 2018 a Zayînî de milîsên “El-Eşter” a ser bi spaha pasdaran a terorîst ku piraniya karê wan li welatê Behrêynê de ye, li lîstê girûpên terorêstî de tomar kiribû.