Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên pêşwazî ji Newrozê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wek serhildanekê bi rê ve diçin

12:05 - 14 Adar 2024

Tevî hemû cehdên rêjîmê bo kêmrengkirina rêûresma Newrozê û bi taybet Kulek Çarşemiyê, xelkê bi beşdarî li serhildanek bi agir û dîlanê, li hember rêjîmê sekinîn û pîlanên rêjîmê pûç kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê de , ev çend rojin merasimên bi coş û girseyî bona pêşwazî ji Newrozê Cejna netewî a Kurdan têne lidarxistin û bi hezaran kes bi nîşan û sembolên netewî weke kincên Kurdî, hildan û bikaranîna Axabanî û Hewrî û gelek cihan Ala Kurdistanê, tê de beşdar dibin.

Di wan merasimên Newrozî de Agirê Newrozê tête hilkuirin, û sirûd û sitranên netewî û şorişvanî têne gotin û keç û kurên dil tejî ji hivî ji bona geheştina bi azadiyê destê hevdu igrin û dengê girmîna Pê wan û govend û dîlan û şadî û xweşiya wan, kela dîktatoriyê dixîne lerzê.

Ev merasim bi curekê bûne girseya serhildan û berdewamiya şorişê û diruşmên bi dijî rêjîmê têne danê, me dît ku şeva çwarşeme sûriyê de piraniya xelkê bajar û gundan, bi hilkirina agir, govend û dîlanê, bi axabanî û bi ala ya Kurdistanê û sirûdên netewî û şorişvanî, agireke bê mînak ya vê Newroza Kurdewarî hilkirin û li cihên ku rêjîêmê dixwest rêgirî bike, li hember wan sekinîn û ew neçar bi revînê kirin.

Bitaybetî rêresma vê carê ya kulek Çarşemiyê, wek serhildanekê li hember rêjîma Îranê bû, gelek cihan li dijî rêjîmê dan û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, beşdariya piraniya xelkê li vê rêûresmê û dana dirûşmên şoreşa Jînayê wek “jin jiyan azadî” bijî kurd û Kurdistan, bimre dîktator, teqandina bombeyên destkird, wek serhildaneke nû li hember rêjîma Îranê dest pêkir.