Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsiyona navnetewî ya azadiya Olî daxwaz dike ku dosyeya Îranê bo dadgeha navnetewî bê şandin

12:25 - 14 Adar 2024

Komîsiyona navnetewî ya azadiya Olî, ji dewleta Amerîkayê daxwaz dike ku dosyeya cinayetên rêjîma Îranê li xwenîşandanên sala 1401 a Rojî, bo dadgeha navnetewî bê şandin.

Piştî rapora Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî, Komîsiyona Navnetewî ya Azadiya Olî, daxwaz ji dewleta Amerîkayê kiriye ku dosyeya cinayetên rêjîma Îranî li dijî mirovahiyê ku li sala 1401 a rojî de li hember xelkê Îranê û xwenîşanderên nerazî encam dane, bo dadgeha navnetewî ya cezakirinê bê şandin.

Herwisa vê Komîsiyonê daxwaz kiriye ku Amerîka bi hevkariya hevpeymanên xwe, berpirsên rêjîma Îranê ku hevkarê encamdana cinayet li dijî jinan û keçan li Îranê de ne, neçar bi bersivdanê bike û bi rêyên yasayî yên wek yasaya dorpêçên cîhanî yên Magnîtêskî, qedexeya dana wîza û karên hevşêwe li dijî berpirsên rêjîma Îranê bi kar bînin.

Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî, bi belgeyan daye selimandin ku rêjîma Îranê li tepeserkirina xelkê Îranê û xwenîşanderên nerazî, cinayet li dijî mirovahiyê kirine.