Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û rêjîma Îranê li derheq Hûsiyan danûstandin kirine

12:31 - 14 Adar 2024

Amerîka û rêjîma Îranê bi awayê nerasterast û bi rêya dewleta “Oman”ê li derheq Hûsiyên Yemenê û bernameya navkî ya rêjîma Îranê danûstandin kirine.

Pêka rapora rojnameya “Fayneşnal Taymz” a Amerîkayê, li heyva “Janviyê” de danûstandinên nihênî yên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bi rêya heyeteke Amerîkayê bi serpeerstiya “Birêt Mek Gurk” ê Şêwirkarê Koşkşa Sipî li karûbarê Rojhilata Navîn û “Abram Pîlî” yê Nûnerê Amerîka li karûbarê Îranê, digel “Elî Baqiriyê Kenî” yê cihgirê Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê bi navbendçîtiya berpirsên dewleta “Oman”ê bi awayê nerasterast hatine kirin.

Pêka rapora vê rojnamê, mijara bingehîn a vê danûstandina nerasterast, Hûsiyên Yemenê bûye ku rjîma Îranê ji piştevanîkirin bi vê girûpa terorîstî dest berde.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku nûnerên Amerîkayê nigeraniya dewleta Amerîka li derheq bernameya navkiya rêjîma Îranê dane xuya.