Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da

11:58 - 16 Adar 2024

Şeva Pêncşemî 24ê Reşemê, Eta Husênî kolberê ciwan xelkê Belebizan ya ser bi bajarê Pawe, bi sedema dijwariya birînên xwe li nexweşxaneya Taliqanî a Kirmaşanê de canê xwe ji dest da.

Roja Çarşemî 16ê Reşemê, ew kolberê 32 salî bi teqeya hêzên Intizamî yên hikûmetê li ser sînorê Şoşmê gule bi singê wî keftibûn û bi dijwarî birîndar bibû.

Ew kolber despêkê bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo navenda dermanî a Newsûdê hatibû veguhastin ku bi sedema dijwariya birînên xwe li nexweşxaneya Qudis a Pawe bo nexweşxaneya Taliqanî hatibû veguhastin..

Eta Hûsênî xîzandar û bavê zarokekê bûye.